Li Eskîşehîrê helîkoptera leşkerî ket xwarê: 5 leşker mirin
Wezareta Parastinê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku helîkoptereke leşkerî ya kuji bo perwerdeyê ji Eskîşehîrê rabûbû ket xwarê. Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin û xwe gihandine bermahiyên h
Temsili görselWezareta Parastinê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku helîkoptereke leşkerî ya kuji bo perwerdeyê ji Eskîşehîrê rabûbû ket xwarê.
Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin û xwe gihandine bermahiyên helîkopterê.
Hat zanîn ku tîmên hawarçûnê xwe gihandiye bermahiyên helîkopterê, li gorî agahiyêndestpêkê 5 leşker mirine û li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, helîkoptera leşkerî ya ji corê AS-532 a Fermandariya Hêzên Hewayî ji bo armancên perwerdeyê ji ber sedemeke nediyar qeza kir.
MSByê eşkere kir ku wan xwe gihandiye bermahiyên helîkopterê û li herêmê xebatênlêgerîn û rizgarkirinê bê rawestan berdewam dikin.
Wezareta Parastinê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got:
"Helîkoptereke me ya ji corê AS-532 a Fermandariya Hêzên Hewayî ku ji bo perwerdeyê ji Eskîşehîrê rabûbû qeza kir. Tîmên me xwe gihand bermahiyên helîkopterê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin."
Her weha di daxuyaniya duyem de hatiye gotin ku 5 leşker di wezaya Helîkopterê de mirine û sersaxî ji malbatên wan hatiye xwestin.
Navê leşkeran diyar bûn
Wezaretê diyar kir ku navên leşkeran wiha ne: Pîlotê Hewayî Lîwa Mehmet Çol, Pîlotê Hewayî Serpel Halil Karabulut, Serçawişê Bilind ê Piyadeyên Hewayî Volkan Demirhan, Serçawişê Bilind ê Lênêrîna Balafiran Muhammed Nurullah Erarslan û Serçawişê Qidemdar ê Piyadeyên Hewayî Mehmet Alp Gurdag.
(FY/AY)
